TU HER BİJÎ YİLMAZ GUNEY
Awirê te bi hêrs e û bê tirs e
Dilête qendî welatekî girs e
Navê te Yilmaz e Bêtirs e
Kennê te jî bi dil û can e
Wek Jîyana te bi evîn û heyecan e
Ka dijminê te, giş wendabûn
Tu hîn di dilême de bi jîyan e
Serkeftina te bi qîma dujmin nayê
Awirê te qerf a davêje dinyayê
Evîna dilê te di welata de hilnayê
Tu xemla dîrok a Kurda ye
Her filmê xwe de tu sutûxwar e
Dijmin li te gef dixwar e
Tu tekoşerekî bê cih û war e
Evina dilên Kurda bi te dijwar e
Pênûs têrnake ji bo kul û derda
Ji ber xwinmêja te dev ji welat berda
Tu çû, lê me dest ji te berneda
Dunya biçûk bûye di evîname da
Bi berxwedanbû jîyana te
Ji kerba, jan ket laşê te
Her çû xerab ket rewşa te
Dilên me jî di êşiya ji bo te
Tu bê wext û zû çû ji nav me
Bê te jîyan tal bû li bal me
Te zeft nedikir tu hefs û zindan
Ko nebû dilê te de berxwedan
Tekoşîna te yî bi nav û dengan
Dijmin tev, li te heyret di man
Te dijminê xwe şerpezekir
Ew har bûn û terka zulma xwe nekir
Tu bi wan kennîya û filmên xwe her çêkir
Bira kes nebê Yilmaz ji hal ket
Û navê wî ji navdarîyê ket
Her çû nirxê te li bal me zêde bû
Tu ji dilê tu Kurda derneket
Dadgehan te bi çi navî dadkirin
Di dadkirin a te de xwe wendakirin
Her ko bi zorbeyî ajotin ser te
Navête li Cihanê de belavkirin
Tu Kurd bû di hest û jîyana xwe de
Tu têkoşîya di ber gellê xwe de
Tu him mirov bû, di mirovetîya xwe de
Tu merdekî pir Kurdperwer e
Yilmaz Guney, dilên me ji te re
Ji bo tu bû derd ji dijminê xwe re
Tu her bijî Yılmaz Guney, slav û rêz ji te re.
M.Nazım Güler - 22.02.2012